Heşdî Şabî ji nû ve êrişê navçeya Pirdê kir

Hat ragihandin ku milîsê Heşdî şabî ji nû ve êriş birine ser navçeya Pirdê.

26.10.2017, Per - 08:32

Heşdî Şabî ji nû ve êrişê navçeya Pirdê kir
Nuçe Belav bike

Di demek beriya niha çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanê li devera Pirdê ya Kerkûkê êrişî Pêşmerge kirin lê êrişa wan hat şikandin…

Li ser wê êrişê, fermandeyê Pêşmerge li eniya Pirdê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re got, îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê êrişî hêzên Pêşmerge yên li Pirdê kirin lê êrişa wan hat şikandin.

Kemal Kerkûkî da zanîn, di wî şerî de herî kêm 9 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Çekdarên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê îro danê sibê êrişî çeperên Pêşmerge yên li devera Sihêla û Zumarê jî kirin lê tevahiya êrişên wan hatin şikandin.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:43:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x