Ji Ebadî di derbarê Kerkûkê de daxûyanî!

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, jibo êrişa artêşa Iraqê ya li ser Kerkûkê "Tişta em dikin li gorî peywîra makekanûnê ye" got.

16.10.2017, Pts - 10:29

Ji Ebadî di derbarê Kerkûkê de daxûyanî!
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Tişta ku me li Kerkûkê kiriye tenê bicîhanîna erkekî destûrî ye ji bo selmandina desthilata federalî û parastina samanên nîştîmanî.”

Herwiha Ebadî daxwaz ji hêzên pêşmerge kir, ku weke beşek ji hêzên çekdarên Iraqê, di bin fermandariya serkirdetiya navendî de erkên xwe bicîh bînin.

Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hêzên xwe anîbûne başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wî didan.

Demjimêr 11.30ê şeva derbasbûyî 15-10-2017, hêzên Heşda Şeibî ji eniyên Daquq, Taze û Xurmato êrîşê ser çeperên pêşmerge kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Heşda Şeibî bi çekên amerîkî êrîşê pêşmerge dikin.

Hêzên Iraqê raste rast bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi vê êrîşê kirine û dixwazin pêşmerge bajarê Kerkûkê radestê wan bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:19:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x