Kî piştgirî daye êrişên Heşdî Şabî bi belge destê me dane!

Fermandarê Pêşmergeyên Eniya Rojavayê Kerkûk Kemal Kerkûkî ragehand, belge hene ku Heşdî Şeibî bi alîkariya welatek derve êrîş kiriye ser navçeyên Kurdistanê û di şerê Pirdê de jî ew kesane di nav kuştiyan de hebûn.

28.10.2017, Cts - 11:41

Kî piştgirî daye êrişên Heşdî Şabî bi belge destê me dane!
Nuçe Belav bike

Fermandarê eniya rojavayê Kerkûk-Pirdê Kemal Kerkûkî ragehand, ewên ku xiyanet li Kerkûkê kirin, dixwazin bi rêya facebookê ve xiyaneta xwe veşêrin. Lê nizanin ew perde li ser rûyê wan rabûye, hate rakirin. Ji ber hin kes dinav aliyeke siyasî û bi alîkariya çend aliyên din ve bo erk û pare Kerkûk û navçeyên Kurdistanê radestî dijmin kirin. Lê ew navçeyane Kurdistanî ne û dê her wisa jî bimînin.’’

Li ser agirbesta navbera hêzên Pêşmerge û çeteyên heşdî şeibî jî got: ‘’Rêveberiya siyasî ya Kurdistanê ji destpêkê ve daxwaza guftûgo kiriye, ferman jî daye me ku em şer rawestînin. Me şeva pêncşemê ve gule berdana dijmin rawestandiye, herçend milîsên heşdî gelek hewl da agirbestê bişkînin, lê me bersiva wan neda em di cîhê xwe de man.’’

Herwaha got, îro 28.10.2017ê şandeke fermandarên Pêşmergeyên Kurdistanê civîn li gel aliyê hember dikin, ji ber vê jî em li benda civînê ne. Li gel vê jî rêveberiya siyasî fermana agirbestê ji me re bide em jî dê bicîh bînin, herwaha fermana şer jî bide emê li hemû cîha şer bikin.

Kemal Kerkûkî got: ‘’Bi belge em îspat dikin ku heşdî şeibî ji aliyê welateke cîran ve piştgirî lê hatiye kirin, ku êrîş bikin ser herêma Kurdistanê. Ji ber di şer de gelek kuştiyên wî welatî çêbûn û herwaha hin belgeyên din jî di destê me de ne.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1488 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:47:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x