Endamê Parlamentoya Iraqê û parlementerê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) got, havpeymana Navdewletî qada hewayî ya Kurdistan li ber Artêşa Iraqê girtiye.
Şaxewan Abdullah di axaftina xwe ya K24ê de got: "Li Tuzxurmatûyê milîsên Haşdî Şabî ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatin qewirandin. Milîsên ku pêşî hatin têk çûn li pey van jî gengaz bûn ku vegerin. Wesayîtên wan jî hatin rûxandin."
Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez bi fermandarên koalîsyona navneteweyî re axivîm. Koalîsyon ji tevgera artêşa Iraqê û rêxistina Haşdî Şabî aciz e û gotin ‘eger balafirên Iraqê ji bo êrişî rabin wê ji aliyê koalîsyonê ve werin xistin."
Her wiha piştî fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya êriş birina li ser Kerkûkê,Hêzêzên Pêşmerge ketşye parastinê û di bin fermandariya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan Kosret resûl de bi hezaran Pêşmerge gehiştine Kerkûkê.