Berdevkê Serokê Herêma Kurdistan Arî Mamçe, Hêzên Iraqê li hemberî Kurdan dest bi şer kir.
Arî Mamçe da zanîn ku hikûmeta Îraqê nexwestîye bi rêka dîyalogê kêşe çareser bibin.
"Mixabin ku hikûmeta Îraqê li şûna dîyalogê, leşkerên xwe şandin û êrîşî me kirin. Daxwaza me ya dîyalogê red kirin û dijî me dest bi cengê kirin" Mamçe got.
Artêşa Îraqê bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên wan di operasyona Kerkûkê de pêşde diçin.
Karbidestên artêşê dîyar kir ku Bingeha Leşkerî ya K1, ku li rojavayê Kerkûkê ye, ketiye bin kontrola wan. Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê ser vê mijarê ti agahî nedaye hîn.