Kurdên Xurmato lezgînî daxwaza alîkariyê dikin

Piştî ku çekdarên Heşdî Şabî bi temamî destdanîn ser Xûrmatu, rewşa navçeyê xira bûye û kurdên Xûrmatu daxwaza alîkariya lezgîn dikin. Rêveberiyê Asayîşa Xûrmatu jî dibêje, çekdarên Heşdî Şabî bi berdewamî malên kurdan didin ber êgir.

18.10.2017, Çar - 10:06

Kurdên Xurmato lezgînî daxwaza alîkariyê dikin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Asayîşa Xûrmatu Kawa Mele Perwêz ji Rûdawê re ragihandiye ku, di heyama 24 saetan de çekdarên Heşdî Şabî gelek dikan û malên kurdan talan kirin û şewitandin û weha pêde çûye: "Heşda Şeibî termên şehîdan di nava kolanan de radikişe û sivikariyê bi cesedên wan dike."

Li gorî gotina Rêveberê Asayîşa Xûrmatu hê jî hejmareke zêde ya kurdan li navçeyê maye, piraniya wan pîr û pêkeftî ne. Herwiha yên ji navçeyê reviyane niha li deşt û bilindahiyên derdora Xûrmatu xwe vedişêrin û daxwaza xwarin û alîkariya lezgîn dikin.

Roja duşemê piştî êrîşa Heşda Şeibî gelek hemwelatiyên kurd ji navçeya Xûrmatu revîne. Hate gotin, ku 500 malbatên kurd çûne navçeya Zinane û li wir asê mane. Navçeya Xûrmatu ser bi parêzgeha Selahadînê ye û 100 kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x