Li du taxên Kerkûkê êrîş

Li taxên Musella û Barûtxane yên Kerkûkê, çekdarên nenas li dijî du baregahên Bereya Tirkmenan û Heşda Tirkmenî êrîş pêk anîn. Herwiha li rêbenda bajarokê Leylanê jî di navbera komeke çekdaran û hêzên dijî terora Iraqê de pevçûn derket.

17.12.2017, Paz - 07:58

Li du taxên Kerkûkê êrîş
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê ku agahiyên xwe dispêre malperên erebî, şeva derbasbûyî, 16-12-2017, komeke çekdarên nenas li taxa Musella ya Kerkûkê êrîşê baregaha Bereya Tirkmenan kiriye û di heman demê de li taxa Barûtxaneyê jî li dijî mefrezeyeke Heşda Tirkmenî êrîşek hatiye encamdan.

Derbarê mijarê de Birêveberê Polîsê Kerkûkê Xetab Omer da ragihand ku êrîş hevdem bûne û di dema êrîşê de pevçûn derketiye, hêzên ewlekariya Iraqê demildest bersiv dane.

Bi gotina Omer di encama êrîşan de ziyana canî çênebûye lê ziyana madî heye, lê malperên erebî dibêjin, kuştî û birîndar hene.

Ji aliyê din ve, komeke din ê çekdarên nenas li rêbenda bajarokê Leylanê ya Kerkûkê jî bi roketan êrîşî Hêzên Dijeterorê kiriye û pevçûn derketiye.

Ti agahî derbarê vê êrîşê de nehatine bidestxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1663 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:17:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x