Li Kerkûkê liser peykera Pêşmerge ala Iraqê hat daliqandin

Peykera Pêşmerge ku li bajarê Kerkûkê bibo sembola bajêr, şuna Ala\'ya Kurdistanê de Ala\'ya Iraqê hat daliqandin.

28.11.2017, Sal - 12:39

Li Kerkûkê liser peykera Pêşmerge ala Iraqê hat daliqandin
Nuçe Belav bike

Piştî bûyerên 16\'ê Cotmeha derbasbûyî û radestkirina bajarê Kerkûkê û Xurmatû û navçeyên din yên Kurdistanî, ji bo milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî, zêdebarî mişextbûna bêtirî 183 hezar welatiyên Kurd ji akinciyên wan navçeyan, bilindkirina ala Kurdistanê jî li Kerkûk û tevahiya navçeyên din yên Kurdistanî hat qedexekirin.

Ew peykerê Pêşmerge, li pêşya bajarê Kerkûkê hatibû danîn û ji duh ve ala Iraqê li şûna ala Kurdistan li ser wî peykerî hatiye danîn û vê yekê pêkheteya Kurdî li Kerkûkê dilgiran kiriye.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:05:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x