Li Kerkûkê êrîşî hêzên Iraqî kirin, şerekî giran qewimî

Hat ragihandin ku li navçeya Fermanberan a Kerkûkê hinek hêzên nasnameya wan diyar nebûye êrîş birine ser hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û şerekî giran qewimî ye.

08.12.2017, Cum - 07:28

Li Kerkûkê êrîşî hêzên Iraqî kirin, şerekî giran qewimî
Nuçe Belav bike

Hat hînbûn ku şer şeva 7ê Kanûnê li demjimêr dor 9.45an rû daye û heta dereng jî berdewam kiriye.

Berpirsê beşa tevgera asayîşa Kerkûkê Eqîd Idrîs Rifet şerê ku li navçeya Fermanberan a navenda Kerkûkê qewîmiye piştrast kir û got, ‘Ziyan gihaye Artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî. Kuştî û birîndar hene.'

Li gor daxuyaniya Eqîd Idrîs Rifet hîn diyar nebûye, êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve li dijî hêzên Iraqî hatiye kirin.

Li gorî hin agahiyên jêderên herêmê, şer li nêzîkî baregeha Partiya Komonîst rû daye û çekên giran ên wekî RPG, Doçka û BKC jî hatine bikaranîn.

Li gor zanyariyan, şer nêzîkî Bazara Navendî ya Kerkûkê qewimîye ku ew di navbera taxên Rehîmava û Elmas ên Kerkûkê ve dimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x