Li Xûrmatû Heşdî Şabî ketin taxên Kurdan!

Asayîşa Xûrmatû ragihand ku hinek hêzên ku girêdayê Heşdî Şabî'ne ketine taxên Kurdan da.

16.10.2017, Pts - 07:36

Li Xûrmatû Heşdî Şabî ketin taxên Kurdan!
Nuçe Belav bike

Rêveberê Asayîşa Xurmatû Kawa Mele Perwêz ragihand: “Ji ber paşde vekişandina hinek yekîneyên pêşmerge, çekdarên Heşda Şeibî ketine nav taxên kurdan.”

Kawa Mele Perwêz got: “Em berevaniyê dikin lê mixabin hinek yekîneyên pêşmerge çeperên xwe vala kirin û paşde vekişiyan. Ev jî bûye sedem, ku Heşda Şeibî bikeve nava taxên kurdan.”

Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ev çend roj bûn hêzeke zêde anîbû ser sînorê başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina Kerkûkê dixwarin. Danê dibê ya roja 16-10-2017ê, Heşda Şeibî li başûrê Kekrûkê û Xurmato dest bi êrîşa ser hêzên pêşmerge kir.

Piştî şer û pevçûnan beşek ji pêşmergeyên ser bi YNKê ve hêzên xwe paşde vekişandin. Xelkê Kerkûkê li hember paşdevekişandina hêzên YNKê nerazîbûna xwe nîşan da û bi çekan daketin kolanan. Herwiha ji Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî hejmareke zêde ya xwe bexşan gihiştine Kerkûkê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1051 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:10:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x