Malikî: Bi saya Qasim Silêmanî û aliyekî YNK'ê em ketin Kerkûkê

Nûrî El Malikî radigihîne ku wan bi saya serê serokê Heşdî Şeibî Qasim Silêmanî û hevkariya YNKê karibûne operasyonekê li ser Kerkûkê pêk bînin û encamekê bistînin.

21.10.2017, Cts - 13:04

Malikî: Bi saya Qasim Silêmanî û aliyekî YNK'ê em ketin Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî El Malikî di qenaleke telewizyonê ya Iraqê de eşkere kir ku: "Ger ne ji hevpeymanên di navbera Qasim Silêmanî, Îranê û aliyekî YNKê de bûya, em qet nikarîbûn derbasî nava xaka Kerkûkê bibûna. Peywendiyên navbera YNKê û Îranê xwediyÊ dîrokeke siyasî û aborî ne. Ger ev nebûya me ev encam bidest nedixist. Ger ne ji Qasim Silêmanî bûya, encam jî wiha nedibû."

Nûrî el Malikî di axaftina xwe de got: "Bi xêra wî û hevkariya YNKê me karîbû di operasyona Kerkûkê de encamekê bistenda."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x