Mela Bextiyar: Divê YNK derbarê ketina Kerkûkê de lêpirsîn veke!

Berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di şiroveyekê de bi navê “Tohmeta Xiyanetê û Aloziya Rojgarê”, ku di rojnameya fermî ya YNKê, Kurdistanî Nwê de hatiye belavkirin, behsa “xiyaneta mezin” li hember Kerkûk û Kurdistanê kiriye û gotiye, di ketina Kerkûkê de ti rêkeftineka fermî ya YNKê bi hikûmeta Iraqê re nebûye.

31.10.2017, Sal - 11:19

Mela Bextiyar: Divê YNK derbarê ketina Kerkûkê de lêpirsîn veke!
Nuçe Belav bike

Berpirsê polîtburoya YNK'ê Mela Bextiyar axaftina xwe de gotiye, bi ketina Kerkûkê re tevahiya deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, ku dike nîvê Başûrê Kurdistanê, ji destê Kurdan derket.

Wî rayedarê YNK'ê behsa civîna 15 Cotmehê, rojekî beriya dagîrkirinê, kiriye û gotiye, di wê civînê de behsa wê yekê hat kirin ku hêzeke hevbeş ya Iraq, Amerîka, Pêşmerge û Brîtanya li navenda serbazî ya “Keywan” li kêleka Kerkûkê were bicîhkirin û di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî diyalog dest pê bikin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ji naveroka civînê hat agahdarkirin. Ji bilî van tiştan ti rêkeftineka veşartî bi ti aliyekî re nehatibû kirin.

Berpirsê polîtburoya YNKê daye xuyakirin ku divê YNK li ser bûyera “bi êş” ya 16 Cotmehê lêkolîn bike û yên xemsarî û sûc kirine, bên darizandin û hesab ji wan bê xwastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x