NY: Ji ber êrişên Heşdî Şabî 175 hezar kes koçberbûn

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ku ji ber pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên pêşmerge de, zêdetirî 175 hezar kes navçeyên xwe bicîh hiştine û berê xwe dane parêzgahên Hewlêr, Duhok û Nînowayê.

28.10.2017, Cts - 10:13

NY: Ji ber êrişên Heşdî Şabî 175 hezar kes koçberbûn
Nuçe Belav bike

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û pêşmerge de, zêdetirî 175 hezar kesan malên xwe bicîh hiştine û berê xwe dane Hewlêr, Duhok û Nînowayê.”

Di berdevamiya axaftina xwe de Ferhan Heq eşkere kir, ku tîmên hawarçûnê ji nêzîk ve rewşê dişopînin û li hember egera koçberbûna hejmareke zêdetir a nîştecihên navçeyên nakok jî tedbîran distînin.

Roja 16ê Cotmehê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîş kirin ser Kerkûk, Xurmato û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê. Ji ber êrîşa hêzên iraqî bi hezaran welatî koçber bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1615 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:19:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x