PDK-Î: Hêzên Iraqê û pasdarên Îranê berbi navçeya Koyê ve tên

Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) ragihand, ku tank û hummerên Iraqê nêzîkî navçeya Teqteqê bûne û hêzekî iraqî û pasdarên Îranê jî hatine nêzîkî navçeya Koyê.

21.10.2017, Cts - 11:13

PDK-Î: Hêzên Iraqê û pasdarên Îranê berbi navçeya Koyê ve tên
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rûdaw\'ê de derbas dibe tê gotin ku Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) ragihandiye, ku tank û hummerên Iraqê nêzîkî navçeya Teqteqê bûne û hêzekî iraqî û pasdarên Îranê jî hatine nêzîkî navçeya Koyê.

Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ Mihemed Nezîf Qadirî ji Rûdawê re ragihand: “Li gorî agahiyên gihiştine destê me bi dehan tank û hummerên Iraqê nêzîkî navçeya Teqteqê bûne. Hêzekî Iraqê û pasdarên Îranê jî hatine nêzîkî Koyê. Tank û zirxpoş jî li gel wan in.”

Mihemed Nezîf Qadirî got: “Ev hêz ji Kerkûkê ve hatine û li Teqteq û Şîwesorê ne. Ne diyare ka armanca wan çi ye.”

Qadirî herwiha diyar kir: “Wan hêzan li hember gelê Başûrê Kurdistanê tawan encam dane û destwerdana mafên sirûştî yên gelê Kurd. Serweriya Herêma Kurdistanê binpê kirine.

Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ Mihemed Nezîf Qadirî diyar kir: “Berevanîkirina li baregahên me mafekî sirûştî ye. Çi ji destê me were emê bikin. Em bang li civaka navdewletî jî dikin ku di vê mijarê de hişyar bin.”

Bi gotina Qadirî xelkê Teqteqê li hember wan sekiniye û komek xwebexş jî bersivê didin vê pêşveçûna hêzên iraqî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1381 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x