Reuters: Rayedarekî artêşa Iraqê; 'dê operasyon berdewam bin'

Li gorî ajansa Reuters'ê rayedarekî artêşa Iraqê daye zanîn ku operasyonên leşkerî ne girêdayê siyasetê ye dibêje ku artêşa Iraqê got dê operasyon berdewam bikin.

25.10.2017, Çar - 08:55

Reuters: Rayedarekî artêşa Iraqê; 'dê operasyon berdewam bin'
Nuçe Belav bike

Piştî ku Herêma Kurdistanê di 25ê meha Îlonê de referandûma serxwebûnê li darxist, hikûmeta Bexdayê encamên referandûmê wekî ne meşrû ragihandin. Piştî vê yekê jî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman da artêşe Iraqê û Haşdî Şabî ku hemû herêmên bi nakok, ku piştî şerê DAIŞê Herêma Kurdistanê kontrol kiribûn, bistînin.

her wiha Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî jî di 16ê Cotmehê de Kerkûk kontrol kiribûn û operasyonên xwe berdewam kiribûn. Li ser van geşedanan îro rayedarên Herêma Kurdistanê pêşniyareke ku ji 3 xalan pêktê pêşkêşkirin ku yek ji van xalan cemidandina encamên referandûmê yê û daxwaza diyalogê kirin.

Lê li gor ajansa nûçeyan a Reutersê berdevkekî artêşa Iraqê, gotiye dê operasyon berdewam bikin û di hesabê xwe yê medyaya civakî de belavkiriye ku: "Operasyonên leşkerî ne bi siyasetê vê girêdayîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1562 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:45:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x