Tirkiye: Em piştgiriya êrişa Kerkûkê dikin

Wezareta Karênderve ya Tirkiyê daxûyand ku piştgiriya operasyona Bexda ya dijî Kerkûkê dikin.

16.10.2017, Pts - 10:05

Tirkiye: Em piştgiriya êrişa Kerkûkê dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew pêngavên hikûmeta Iraqê yên “ji bo serwerkirina destûrê” li Kerkûkê ji nêzîk ve dişopînin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kir, ku ew piştgirî didin daxuyaniyên hikûmeta Iraqê yên li ser hebûna hêzên PKKê li Iraqê û diyar kir: “Em careke din dubare dikin ku giringiyê didin yekîtiya siyasî û yekpeçrbûna xaka Iraqê. Ji bo bidawîkirina hebûna PKKê ya li ser axa Iraqê em amade ne li gel hikûmeta Iraqê hemû awayê hevkariyê bikin.”

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Tirkiyê careke din hişyarî da rêveberiya Herêma Kurdistanê û dot: “Ew kesên ku rê didin PKK here nav Kerkûkê û aramî û aştiya civakî têk bide, dê ji aliyê me ve weke berpirs were dîtin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê piştgirî da pêngava hikûmeta Iraqê û tekez kir, ku ew li cem hemû pêngavên hikûmeta Iraqê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:19:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x