Xwebexşên Kurd li Heşdî Şabî xistin!

Li Kerkûkê dug êvarê di navbera şervanên Kurd yên dildar û çeteyên Heşdî Şabî de pevçûn derket.

18.11.2017, Cts - 07:19

Xwebexşên Kurd li Heşdî Şabî xistin!
Arşiv
Nuçe Belav bike

Li gorî nuçeya ku ajansa Rûdawê de cih digire tê gotin ku, li taxa Songolî ya bajarê Kerkûkê hejmarek ji xwebexşên Kurd ên vî bajarî êrişî çekdarên Heşda Şeibî kirin, ku di avahiya Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) ya li vê taxê de bicih bûne, kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê şer di navbera her du aliyan de berdewam e û rewşa ewlehiya bajêr aloz e.

Bi gotina çend şahidhalên ji Kerkûkê, di nava rêzên Heşda Şeibî de kuştî û birîndar hene.

Ji aliyekê din ve hejmarek hevwelatiyên Kerkûkê dibêjin, li çend taxên Kurdî yên Kerkûkê jî dengê teqeyan heye.

Polîsê bajarê Kerkûkê daxwaz ji xelkê dike, ku ji malên xwe dernekevin .

Li gorî zanyariyên ji şahidhalên li Kerkûkû, niha Heşda Şeibî birîndarên xwe venaguhêzin bo nexweşxaneyên giştî yên Kerkûkê û wan dibin nexweşxaneya xwe ya taybet ku li nav firokexaneya Kerkûkê çê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1576 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:11:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x