YNK: Em ê Kerkûkê bigehînin dadgeha Laheyê!

Parlamenterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Kurdistanê Mimehed Osman Ezîz derbarê rewşa li Kerkûk û Xurmatoyê de hişyarî da û got, ku hew maye teqînek li van deran çêbibe.

05.12.2017, Sal - 13:24

YNK: Em ê Kerkûkê bigehînin dadgeha Laheyê!
Nuçe Belav bike

Parlamenterê YNKê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman Ezîz li ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Kerkûkê civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, bajarê Kerkûkê û navçeyên Duz, Xurmato û Dubizê di rewşeke metirsîdar de ne. Ev herên ji qonaxeke dijwar re derbas dibin. Bi taybetî navçeyên Duz û Xurmato, ku destdirêjî û tawankarî li van deran gihiştiye astekê wesa ku hemû buhayên mirovahiyê hatine binpêkirin.”

Di domandina daxuyaniya xwe de Ezîz rûdanên li Kerkûk û navçeyên din weke binpêkirina “mafên mirovan” bi nav kir û got: “Ev yek weke jenosîdkirina gelê Kurd e, ku hemû tawan hatine dokûmentkirin. Mixabin ev tawan ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve hatine kirin.”

Mihemed Osman daxwaz kir, ku ev herêm ji aliyê hêzekî hevbeş ve werin parastin û koçber vegerin mala xwe û hişyarî da ku eger ev yek neyê kirin egera teqîneke mezin heye.

Parlamenterê Kurd bang li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir, ku ji vê rewşê re çareyekê bibîne û herwiha destnîşan kir, ku eger hişyariyên wan li ber çav neyên girtin dê mijarê bibin Dadgeha Lahey, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê.

Ezîz amarên desteserkirin, talankirin û teqandina malên helwelatiyan jî eşkere kir û got: “Berpirsê yekemîn Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî ye. Em bang li hemû aliyan dikin pêwîstiyên destûrê werin cîbicîkirin.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:25:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x