YNK jibo Kerkûk waliyek nû diyar dike!

Berpirsê Kerkûkê ya YNK'ê Aso Amed da zanîn ku YNK jibo Kerkûkê parêzgerak nû diyar dike.

18.10.2017, Çar - 12:10

YNK jibo Kerkûk waliyek nû diyar dike!
Nuçe Belav bike

Berpirsê Malbenda Kerkûkê ya YNK'ê Aso Mamend ragihand, hêzên iraqî ji wan re gotine, ku dibe Civata Parêzgeha Kekrûkê dê bicive da ku parêzgarekî nû bo bajêr destnîşan bikin. Mamend da zanîn, ku dê YNK navê parêzgarê nû pêşniyar bike.

Berpirsê Malbenda Kerkûkê ya YNKê Aso Mamend li Silêmaniyê civîneke çapemeniyê saz kir û da xuyakirin, wan berî gotine divêya referandûm li Kerkûkê neyê kirin lê hatiye kirin û ew jî bûye sedem Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîşê Kerkûkê bike.

Mamend da zanîn, ku şeva derbasbûyî ew li Kerkûkê bûye û rewşa bajêr aram e, xelk vegeriyaye malên xwe.

Aso Mamend amaje bi wê yekê kir, ku biryare sibê hêzên çekdar ji Kerkûkê vekişin, paşî dê hewl bidin demek ji ya din zûtir parêzgarekî nû destnîşan bikin, ku kursiya parêzgar jî ya YNKê ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:48:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x