Ebadî daxwaza civîna OPECê kir

Heyder Ebadî îro pênşemî di daxuyaniyeke rojnmaevanî de, ji bo gotûbêjkirina kêmkirina berhemanêna petrolê , daxwaza civîna endamên rêxistina welatên hinardekar a petrolê (OPEC) kir.

23.02.2017, Per - 18:29

Ebadî daxwaza civîna OPECê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza civîna OPECê kir.

Heyder Ebadî îro pênşemî di daxuyaniyeke rojnmaevanî de, ji bo gotûbêjkirina kêmkirina berhemanêna petrolê , daxwaza civîna endamên rêxistina welatên hinardekar a petrolê (OPEC) kir.

Ebadî ragihand, nirxê petrolê di astekê de nîne, ku pêwîstiyên Iraqê tije bike û ew yek di demekê de ye, ku li gorî rêkevtina endamên OPECê, divê Iraq rojane bi qasî 210 hezar bermîl ji asta hinardekirina petrola xwe kêm bike.

Serokwezîrê Iraqê got, ku nirxê petrolê gelek erzan e û wan pêwîstî bi nirxeke 60 dolarî bo her bermîleke petrolê heye.

Berhemhênerên petrolê yên endamên OPECê û yên li derveyî wê rêxistinê, pêştir li ser kêmkirina asta berhemanîn û hinardekirina rojane ya petrolê li hev kirine.

Li gorî wê îtifaqê, berhemhênerên petrolê dê bo heyama 6 mehan bi qasî 1 milyon û 800 hezar bermîlan, ji asta berhemanîna xwe kêm bikin, da ku dawî bi kêmbûna nirxê petrolê û asta zêdeya petrolê di bazarên cîhanî de bînin.

Ji ber zêdebûna asta berhemanîna petrolê û hinardekirina ji rêjeya ya pêwîst a petrolê, nirxê her bermîleke petrolê di heyama 2 salên buhorî de zêdetirî %50 kêm bûye.

Bi sedema kêmbûna nirxê petrolê, welatên berhemhênerên petrolê ku piraniya dahat û bûdceya wan li ser wê sektroê ye, rastî astengî û krîzeke mezin a darayî û aborî hatine.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2760 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:08:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x