Em Fethuleh Gulen radestî Tirkiyê nakin

23.02.2017, Per - 08:36

Em Fethuleh Gulen radestî Tirkiyê nakin
Nuçe Belav bike

Koçka Spî ragehand ku, helwesta Amerîkayê derbarê pirsa radestkirina Fethuleh Gulen bo Tirkiyê nehatiye guhertin.

Berbirsekî di Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê de bersiva Serokwezîrê Tirkiyê dabû û ji Reutersê re ragehandibû ku, helwesta welatê wî derbarê pirsa radestkirina Fethuleh Gulen bo Tirkiyê nehatiye guhertin.

Berî niha Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirin ragehandibû ku, Rêveberiya Serokê nû yê Amerêkayê Donalid Trump bi erênî li pirsa radestkirina Fethuleh Gulen dinere.

Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê gotibû ku, ew hêvîdikin Trump şaştiyên Rêveberiya Serokê berê yê Amerîkayê Barak Obama dubare nekin.

Tirkiyê Fethuleh Gulen bi pêkanîna derbeya leşkerî tometbar dike û daxwaz ji Amerîkayê dike wî radestî wî welatî bike.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 2177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:05:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x