PAK: Rojnameya Yeni Şafak Şirîkatîya Êrîşkarên Nîjadperest Dike

Rojnameya Yeni Şafak Şirîkatîya Êrîşkarên Nîjadperest Dike

24.07.2021, Cts - 19:57

PAK: Rojnameya Yeni Şafak  Şirîkatîya Êrîşkarên Nîjadperest Dike
Nuçe Belav bike

15 Baroyên Parêzeran bi daxuyanîyeke hevbeş êrîşên nîjadperst yên li bajarên Tirkîyeyê li ser malbatên Kurd hatine kirin şermezar kirin. Rojnameya Yeni Şafak ji ber vê daxuyanîyê êrîşê dibe ser baroyan û ji 15 Baroyên Parêzeran re dibêje ‘’Baronên Qendîlê-Mezinên Qendîlê’. Ango Rojnameya Yeni Şafak van 15 Baroyên Parêzeran bi hevalbendîya PKKyê sûcdar dike.Rojnameya Yeni Şafak bi vê gotina xwe, piştgir û şirîkê êrîşkarên nîjadperestin.Herweha ew dozger û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê , sîyasetmedar, rojnamevan û kesayetên ji beşên cuda cuda yên civatê yên ku çavên xwe ji van gotinên Rojnameya Yeni Şafakê re digirin, cesaretê didin vê rojnameyê jî şirîkê vî sûcî û şirîkê van êrişên li ser malbatên Kurda ne.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 824 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:58:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x