Tirkiyê: 50 hezar penaberên Sûriyê vegeriyane welatê xwe

Berî du rojan Wezîrê Parastina Tirkiyê Fikri Işik ragehandibû ku, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê hemû taxên bajarê Babê kontirolkirin.

25.02.2017, Cts - 21:12

Tirkiyê: 50 hezar penaberên Sûriyê vegeriyane welatê xwe
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu ragehand ku, ji destpêka operasyona "Mertala Feratê" û heta niha 50 hezar penaberên Sûriyê ji Tirkiyê vegeriyane cih û warên xwe.

Derbarê hejmara wan penaberan Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawişoglu di kongireyeke rojnemevanî de li Antaliyayê ku, dikeve başurê wî welatî ragehand, ji destpêka operasyona Mertala Feratê û heta niha 50 hezar penaberên Sûriyê ji Tirkiyê vegeriyane cih û warên xwe.

Çawişoglu da zanîn ku, piştî kontirolkirina bajarê Babê tîmên endezyariyê dest bi paqijkirina mayînan kirine daku, welatiyên wê deverê bikarin vegerin malên xwe, aşkere kir ku, aramî careke din vegeraye wê navçeyê.

Berî du rojan Wezîrê Parastina Tirkiyê Fikri Işik ragehandibû ku, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê hemû taxên bajarê Babê kontirolkirin.

Di meha Tebaxa borî de Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona "Mertala Feratê" kiribûn.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 2377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x