5 hezar leşkerên Amerîkayê li nêzîkî Mûsilê ne

Berpirsên Amerîkayê eşkere dikin, ku ew dê zêdetir alîkariyê bidin Iraqê û çavkaniyên ewlekariyê jî eşkere dikin, ku nêzîkî 5 hezar leşkerên Amerîkayê li nêzîkî Mûsilê hatine bicîhkirin.

31.12.2016, Cts - 06:55

5 hezar leşkerên Amerîkayê li nêzîkî Mûsilê ne
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji Artêşa Iraqê ji Rûdawê re ragihand; “Di navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê de li ser operasyona Mûsilê rêkeftin hatiye kirin û niha li ser vê rêkeftinê kar tê kirin. Nehiştina çûna Heşda Şeibî bo nav Mûsilê, yek ji xala vê rêkeftinê ye.”

Piştî 2 hefteyan sekinanadina operasyona Mûsilê, 29ê Kanûnê qonaxa duyemîn a operasyonê dest pê kir.

Her çend Amerîka bi rêya hêzên bejayî beşdarî pevçûnan nabe lê hejmareke zêde yê leşkerên xwe li nêzîk eniyên şer bicîh kiriye. Amerîka ku serpereştiya hêzên hevpeymanan dike, bi êrîşên esmanî û bi sarûxan piştgiriyê dide operasyonê.

Fermandarekî Artêşa Iraqê ji Rûdawê re ragihand; "Siyaseta Amerîkayê Mûsilê wêran dike lê hebûna vê hêzê dibe encamên pir erênî jî derbixin."

Roja 17ê Cotmehê operasyona Mûsilê dest pê kir. Piştî rizgarkirina navçeyên deşta Nînowa, hêzên Artêşa Iraqê ji rojhilat ve ketin bajêr. Niha zêdetirî 40 taxan hatine kontrolkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x