Çekdaran Heşdî Şebî êrişî parlamenterê kurd kirin

Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina Heşdî Şebî li Mûsilê êrişî parlamenterekî kurdê şebek kirin.

17.05.2017, Çar - 07:17

Çekdaran Heşdî Şebî êrişî parlamenterê kurd kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya BasNewsê, parlamenterê kurd û nûnerê kurdên şebek li parlamentoya Iraqê Salim Şebek ragihandiye ku li deşta Nînova rastî êrişa komek çekdarên Heşdî Şebî hatiye.

Li gorî daxuyaniya Salim Şebek çekdarên Heşdî Şebî êrişî wî kirine û li wî dane. Wî parlamenterê kurd behsa sebeba lêdanê nekiriye lê ragihandiye ku dê li dijî wan çekdaran li dadgehê gilî bike.

Çekdarên ku li wî parlamenterê kurd dane di nava rêxistina Heşdî Şebî de wekî ‘Heşdî Şebekî' têne nasîn ku piranî ji kurdên şîe yên şebek pêk hatine. Kurdên şebek li deşta Nînovayê dijîn û piraniya wan jî şîe ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2197 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x