Iraq: Deriyê Rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye girtin

Fermandarê Hêzên Dijî Terorê yê Iraqê Ebdulxenî Esedî ragihand ku di çend rojên pêş de dê tevahiya rojhilatê bajarê Mûsilê were kontrolkirin.

31.12.2016, Cts - 12:47

Iraq: Deriyê Rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye girtin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêzên Dijî Terorê yê Iraqê Esedî ragihand; "Piştî ku taxên Qudisa Yek û Du hatine kontrolkirin, deriyên revê yên DAIŞê hatine girtin. Niha hêzên me ketine pey wan çekdaran ku xwe di nav taxan de veşartine."

Esedî di daxuyaniya xwe de ku da televizyona Rûdawê got, "Bi moraleke mezin hêzên me berê xwe dane taxa Kerameyê. Bi hêviya xwedê çend rojên pêş em ê bigihin ser çemê Dîcleyê."

Fermandarê Iraqî daxuyakirin ku heta niha tenê li eniya ew tê de ne (li rojhilatê Mûsilê) zêdetirî 2 hezar DAIŞî hatine kuştin ku di destpêka operasyonê de li gorî zanyariyan 5-6 hezar çekdarên wan li wir hebûn. Esedî diyar kir, her ku ew ne li dijî hêzeke nîzamî şer dikin jî şerê Mûsilê li gor hatiye plankirin dimeşe û tevgera DAIŞê ya şer wiha axivî: "Niha bi rêya beleman li ser rûbarê kelûpelan dibin tînin. Lê nikarin çek û alavên giran ên weke otomobîlên bombebarkirî veguhezin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x