Ji ber bombebarana bi şaşî 5 kurdên ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan

Ji ber bombebarana şer ên hêzên hevpeymaniya li dijî DAIŞê, bi şaşî 5 endamên malbateke kurd, li Mûsilê hatin kuştin.

24.06.2017, Cts - 07:01

Ji ber bombebarana bi şaşî 5 kurdên ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê ji endamên malbatê Ebdullah Selman diyar kir ku, "Di dema fitariyê de moşek li mala bavê min ketiye û dê, bav, bira, jinbira û keça birayê min jiyana xwe ji dest dan." Mala wê malbatê, li Mûsilê 150 metre nêzîkî Mizgefta Nûrî bû û termê endamên malbatê di bin xaniyê de mane.

Ji xizmên qurbaniyan Ebdulwehab Berwarî destnîşan kir, endamên malbatê di bin xaniyê de mane, nikarin herin termên wan derxin û nimêja wan a cenazeyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x