Mûsil 3 hefteyên din rizgar dibe

Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El Ganimî da radigihîne, tevahiya Mûsilê dê berî bidawiya meha Gulanê ji destê DAIŞê were rizgarkirin.

01.05.2017, Pts - 05:42

Mûsil 3 hefteyên din rizgar dibe
Nuçe Belav bike

Sererkanê Giştî yê Artêşa Iraqê Osman El-Ganimî ji rojnemaya “El-Sabah” re ragihand ku, tevahiya Mûsilê dê di nav 3 hefteyan de ji destê DAIŞê bê rizgarkirin û bajarê Mûsilê dê azad bibe.

Li gor zanyariyên hêzên Iraqî hîn dora 200 ta 300 çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê ne, piraniya wan çekdarên biyanî ne.

Di 17 Cotmeha 2016an de bi beşdariya 45 hezar leşkerên Iraqî ji Artêşa Iraqê, Polîsa Federal, Heşda Şeibî û Paswanên Neynewayê mil bi milê hêza Pêşmerge dest bi şerê kontrolkirina Mûsilê kirin. Roja 18 Çileya 2017an Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê kontrolkirina tevahiya aliyê çepê yê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê ragihand.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 19 Sibata 2017an destpêkirina qonaxeke din ya operasyona Mûsilê bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê ragihand.

Rojavayê Mûsilê ji 35 taxan pêk tê, ku ji sedî 40 ji tevahiya Mûsilê ye û tê pêşbînîkirin 400 hezar kes di wê beşê de di bin destê DAIŞê de dimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1939 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x