Qonaxa duyemîn a oparasyona Mûsilê destpêkir

Fermandarê dije terora Îraqê radigihîne; îro duwem qonaxa operasyona Mûsilê destpêkir û wesa biryare di çarçovê wê da tev taxên mane yên rojhelat bên rizgar kirin.

29.12.2016, Per - 13:00

Qonaxa duyemîn a oparasyona Mûsilê destpêkir
Nuçe Belav bike

Ferîq Rukin Ebdulxenî El Esedî got: îro li demjimêr 7ê serê sibê, hêzên dijî terorê qonaxa duwê ji operasyona Mûsilê destpêkirîye û pêşveçûn bi arasteya taxa Qudis li rojhelata bajarî hatine kirin..

Fermandarê dijî terora Îraqê dupat kir, di duwem qonaxa operasyonê da, hemû taxên mane yên alîyê çepê yê bajar dê ji Daişê bên paqijkirin.

Li gorî amarên fermî, ji destipêka operasyona mûslê ku li 17 çirîya yekê ya îsal bû, zêdetir ji 40 taxan hatine rizgar kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x