Şerê Mûsilê dijwartir dibe

Dibe ku serkeftina operasyona Mûsilê bibe destpêka şerekî navxweyî. Ew hêza ku dikare pêşiya vî şerî bigre, Firqeya Zêrîn e ku ew jî di Mûsilê de xwînê wenda dike.

20.12.2016, Sal - 07:26

Şerê Mûsilê dijwartir dibe
Nuçe Belav bike

Sedema şkestina DAIŞê jîr û hêzbûna Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê ye, ku nêzîkî 10 hezar leşkerên vê hêzê hene. Di destpêka operasyonê de erkê kontrolkirina Mûsilê dane vê hêzê.

Şerê Mûsilê her diçe girantir dibe. Ev yek jî dibe sedem, ku dema kontrolkirina duyemîn bajarê mezin ê Iraqê dereng bikeve û herwiha hejmara leşkerên tên kuştin zêdetir dike.

Berdêla şerê Mûsilê giran e

Fermandarên Firqeya Zêrîn ji hemû şeran zêdetir bi şerê Mûsilê ve mijûl in. Ji ber ku ev der paytexta DAIŞê ye. Yek ji fermandarên Firqeya Zêrîn eşkere dibêje; “Eger şer wiha berdewam bike, heta rojavayê bajêr bê kontrolkirin dê beşekê mezin ê Firqeya Zêrîn bê wendakirin.”

Lê yek ji fermandarê diyar ê Firqeya Zêrîn, General Menî Zeyd ji Rûdawê re got; “Ti şer bê berdêl nabin. Ji bo rizgarkirina Mûsilê jî qurban dê bên dayîn.”

DAIŞ di şerê Mûsilê de yekemîn car li dijî tankan çeka Kornet bikar tîne, ku bi van roketan darbeyên giran li Artêşê dane. General Menî Zeyd dibêje; “DAIŞ di şer de çekên bihêz bikar tîne. Qurbaniyên me jî ji hejmarên tên eşkerekirin zêdetir in.”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gelek caran daxuyand, ku dê bajarê Mûsilê di heyama îsal de bê kontrolkirin, lê Zeyd dibêje; “Ti kes nikare bêje şerê Mûsilê dê kengî xilas bibe.”

General Meîn Zeyd diyar dike, ku DAIŞê jî di şer de darbeyek giran xwariye û bi gotina wî; “Tenê li eniya me hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”

Lê hinek leşkerên Firqeya Zêrîn bi xwe jî ji vê hejmarê bi guman in. Leşker dibêjin, “Hinek tax tên kontrolkirin lê em ti termên DAIŞiyan nabînin. Her ku tax tên kontrolkirin û artêş pêşve diçe, şer girantir dibe. DAIŞ zêdetir otomobîlên bombebarkirî û xwekujan bikar tîne.”

Govara Polîtîko derbarê şerê Mûsilê de raporek amade kiriye û di raporê de tê gotin, “Dibe serkeftina Firqeya Zêrîn mezintirîn serkeftina hikûmeta Iraqê be, lê dibe ku bibe serkeftina dawiyê jî.”

Hêzên amerîkî perwerde didin

Tîma cengawerên Lîwaya Duyemîn a Firqeya 101 a Amerîkayê, perwerde û rahênana Firqeya Zêrîn a Iraqê dikin. Firqeya 101 xwedan ezmûneke kûr e. Ev hêz yekemîn car di sala 2003ê de, di bin fermandariya Genelar David Petros de hate nav Mûsilê. Serkeftinên vê hêzê we kir, ku di nav xelkê de navê general bû “Melîk David”. Lê Mûsilê niha, ne Mûsilê sala 2003 ye. Li gorî rapora Polîtîkoyê, Firqeya Zêrîn niha tenê 3.5 kîlometre ji rûbarê Dîcleyê dûr in.

General Meîn Zeyd eşker dike, ku tenê li rojhilatê Mûsilê heta niha 900 otomobîlên bombebarkirî hatine teqandin. Ev yek jî we dike ku artêş li hember otomobîlên sîvîlan jî hişyar bin.

Berpirsekî fermandariya navendî ya Amerîkayê jî ji govara Polîtîkoyê re gotiye, “Şerê Mûsilê pir giran bûye, ku me wiha texmîn nedikir.”

Rapora govara amerîkî Polîtîko cîh dide gotina berpirsekî Pentagonê, ku her roj raporên şerê Mûsilê digihin destê wî. Berpirsê Pentagonê dibêje; “Hejmara qurbaniyên Firqeya Zêrîn gihiştiye ji sedê 50yê vê hêzê. Eger bi vî awayî berdewam bibe, dibe piştî çend meheke din êdî ev hêz nekare şer bike.”

Lê General Meîn Zeyd red dike ku ew hinde leşkerên wan hatibin kuştin. Navborî diyar dike ew bi berdewamî taktîkên xwe diguherin da ku leşkerên wan neyên kuştin. Herwiha dide zanîn ku dê di demek nêzîk de leşkerên nû beşdarî nav hêza wan bibe.

Tê gotin, ku dê di nav hefteyekê de 353 leşkerên nû hatine perwerdekirin, beşdarî şerê li Mûsilê bibin. Herwiha 446 leşkerên nû di xula Firqeya Zêrîn de tên perwerdekirin, ku dê di nav 2 mehan de perwerdeya wan bidawî bibe û ew leşker ji bo şer amade bin.

Li gorî gotina Zeyd ji sedî 10ê otomobîlên wan di şerê Mûsilê de, ji ber otomobîlên bombekirî têk çûne lê otomobîlên nû yên zirxpoş jî ji bo wan hatine.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:17:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x