36 kurdên êzidî hatine rizgarkirin!

Rêveberê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand, ku 36 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

29.04.2017, Cts - 09:06

36 kurdên êzidî hatine rizgarkirin!
Nuçe Belav bike

Rêveberê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re ragihand; Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî ya serbi hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi alîkariya hêzên ewlekariya Duhokê karîne 36 kurdên êzidî rizagar bikin.”

Xeyrî Bozanî da xuyakirin, ku ev kes ji Sûriyê hatine rizgarkirin û gihandine Başûrê Kurdistanê.

Bozanî da zanîn, ku ji wan 27 zarok in, hemû jî xelkê Şingalê ne, ku di sala 2014ê de ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Rêveberê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê got, kesên hatine rizgarkirin roja Înê 28-04-2017, gihiştine Başûrê Kurdistanê û niha di bin çavdêriyê de ne, çareseriya derûnî û pizîşkî ji wan re tê kirin.

Hêjayê gotinê ye, ku di Tebaxa sala 2014ê de çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin û zêdetirî 5 hezar kurdên êzidî revandin.

Heta niha nêzîkî 3 hezar kes hatine rizgarkirin lê aqûbeta yên din hê jî nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1563 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:58:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x