Li gorî daxuyaniya Fermandarê Pêşmergeyên Kurdistanê, hêzên hevpeymaniya navneteweyî bi taybet Almanyayê ji bo perwerdekirina Pêşmerge cihekî fireh amade kirine.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge Salar Cibarî di axaftina xwe de ragehand ku ji bo perwerdekirin li ser çekên giran hêzên Pêşmerge weke grûban têne dabeşkerin ku ji 20-30 pêşmeregeyî pêktê tê û ew pêşmerge li ser bikaranîna wesayîtên leşkerî têne perwerdekirin.
Cibarî da zanîn ku buhayê wê projeyê 480 hezar dolare û pisporên Almanî amadeya xwe bo perwerdeya hêzên Pêşmerge nişandan û tekez kir ku projeya perwerdekirinê jî qonaxên wê hene.
Fermandarê Pêşmerge Salar Cibarî eşkere kir ku pêkanîna ciheke berfire wê derfetê bide ku hêzên Pêşmerge şiyanên xwe yên şerkirin û berevaniyê li pêş bixin.