Amerîka daxwaza hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê dike

Amerîka dixwaze hevahengiyê di navbera artêşa Iraqî û hêzên Pêşmerge dirust bike, Fermandarê Hêzên Marines li Iraqê General Austin Renforth got: “Hebûna hevahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pêwîst e û em kar li ser wê hevahengiyê dikin.”

28.11.2018, Çar - 09:41

Amerîka daxwaza hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê dike
Nuçe Belav bike

Hevdem, Wezareta Pêşmerge çaverê ye posta Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê yekalî bibe û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê, ji bo dest bi guftûgoyan bikin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawir ji K24ê re got: “Ji bilî ji hevahengiyê, gelek pirsgirêkên me hene, wek pirsgirêka budceya Pêşmerge ku budceya Pêşmerge bibe beşek ji budceya Wezareta Bergîriya Iraqê, herwiha pêwîstiyên hêzên Pêşmerge di wê çarçovê de bêne dabînkirin û karê hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bên bikin.”

Herwiha got: “Em li benda ragihandina hikûmeta Herêm Kurdistanê û Iraql ne, ku bi temamî bê damezrandin, ta wê demê şandên me dest bi guftûgoyên li ser pirsgirêkên di navbera me de mane bikin”

Fermandarê Fîrqeya 4 a Marines General Austin Renforth ji K24ê re got: “Li Iraqê tiştek heye pêwîst e em wê bizanin, ew jî ew e ku DAIŞê hîna maye. Pêwîst e rê neye dayîm valahî dirust bibe, ji ber ku DAIŞ sûdê ji wê valahiyê dibîne.”

Got jî: “Em hewl didin hevahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de dirust bikin, ew gelekî girîng e û em dixwazin odeyeke operasyon û hevahengiya hevbeş di navbera wan de hebe.”

Fermandarê Navenda Kurdistan bo Rahênan û Hevahengiyê KTCC Angelo Iachetti ji K24ê re got: “Em wek Navenda Kurdistan bo Rahênan û Hevahengiyê ku niha nûnertiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dikin, li Kurdistanê dixwazin 2 karan di zûtirîn dem de bên kirin. Yekem, yekxistina hêza Pêşmerge. Duyem, yekxistina rêzên artêşa Iraq û Pêşmerge. Divê hevahengî di navberab van her du hêzan de hebe, ji ber ku çarenivîsa wan bi hev ve girêdayî ye.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1102 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:59:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x