Amerîka, Brîtanya û Almanya dê pêşmerge perwerde bikin

Hate diyarkirin ku Amerîka, Brîtanya û Almanya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dê perwerde bikin. Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgûrd Hîkmet ji Sputnikê re axivî û ragihand ku hêzên pêşmerge dê ji aliyê 3 welatan ve bên perwerdekirin û ev gavekê gelek girîng e.

30.05.2017, Sal - 14:56

Amerîka, Brîtanya û Almanya dê pêşmerge perwerde bikin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Pêşmerge hatin wergirtin, Amerîka bi bihayê 110 milyon dolarî çek û cebilxane bo avakirina 2 tabûr pêşmergeyan dişîne.

Perwerdehiya taburen ku tê payîn di despêka sala 2018an de bên avakirina, Amerîka girt ser xwe. Hate eşkerekirin ku bihayê perwerdekirna taburen pêşmergeyan ku bi çekên giran bên arastin û mesrefên din dê derkeve 200 milyon dolarî.

Rayedarên Wezareta Pêşmerge destnîşan kirin ku hemleya avakirina 2 tabûr pêşmerge ku bi çekên giran bên arastin û ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Almanyayê ve bên perwerdekirin, dê di çerçoveya projeya Wezareta Pêşmerge pêk bê û bivê yekê jî dixwazin pêşmerge bibe hêzekê navneteweyî. Hate eşkerekirin ku çek û cebilxanyên ku tê qalkirin di meha Îlonê de dê radestî pêşmerge bên kirin.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgûrd Hîkmet derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û got: "Di çerçoveya projeya ku ji aliyê dewletên girêdayî koalîsyona navdewletî ve tê meşandin, Pêşmerge dê bên perwerdekirin û arastin. Divê projeye de Amerîka, Brîtanya û Almanya cih digirin. Ew welêt dê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê perwerde bikin. Dê alîkariya çekên giran jî bidin Pêşmerge. Ev perwerdehî hewce bû. Projeya perwerde û arastin gelek girîng e. Dê gelek alîkarî bide Pêşmergeyên fedekar. Ev yek dê gelek bandorên erenî li warên siyasî û din bike. Ev biryar him ji bo Pêşmerge û Kurdistan gelek girîng e. Hêzên Pêşmerge ev 3 sale berxwedanekê mezin li dijî DAIŞê dan û bi ser ketin. Pêşmergeyên me ji aliyê hêzên koalîsyonê ve dihatin perwerdekirin. Ev proje nû ye, pêşmergeyên ku perwerde nedîtine divê projeye de dê bên perwerdekirin."

Hîkmet, bo projeya nû sipasiyên xwe pêşkeşî Amerîka, Brîtanya û Almanyayê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1538 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:51:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x