Belcîka: Em dê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin

Hikumeta Belcîka biryar da, di alîkarîkirin a Hêzên Pêşmerge de berdewam be .

23.12.2017, Cts - 07:49

Belcîka: Em dê li ser alîkariya Pêşmerge berdewam bin
Nuçe Belav bike

Di civîna Civata Wezîrên Belcîka de, bi piraniya dengan biryar hat standin ku, di warê serbazî de Belcîka di rahênana Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqî de berdewam be.

Herweha hikumeta Belcîka eşkere kir, ew bawer in ku piraniya xaka Iraq û Suriyê ji DAIŞ hatiye paqijkirin. Lê eger çekdarên DAIŞ li her navçeyekê tevgerê bike, wê demê Belcîka amade ye bi firokeyên F16 wan bombebaran bike. Herwekî çawa berê jî, çendîn caran firokeyên Belcîka pêgehên DAIŞ bombebaran kirin e.

Di demê borî de, Belcîka karwanek barhilgirên bizîşkî ji bo herêma Kurdistanê şandibû, ku bi mebesta alîkariya Hêzên Pêşmerge bû. Di dema sê salên borî de jî, hejmareke pêşmergeyên brîndar di nexweşxaneyên Belcîka de derman kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x