Birîtanîya daxwaza rêkkevtin a Pêşmerge û Sûpayê Îraqê dike

Konsulê giştîyê Birîtanîyayê daxwaza rêkkevtinê di navbera hêzên Pêşmerge û Sûpayê Îraqê dike bo pirkirina wê valahîya ewlekarîyê li deverên Kurdistanîyên derveyê rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistnê.

20.12.2019, Cum - 13:07

Birîtanîya daxwaza rêkkevtin a Pêşmerge û Sûpayê Îraqê dike
Nuçe Belav bike

Ceymis Sorinton, konsulê giştîyê Birîtanîya li Hewlêrê ragehand: Em dilxweşîn bi vê asta otonomîya Herêma Kurdistanê. Birîtanîya piştîvanîyê li danûstandinên di navebra hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Îraqê de dike bo çareserkirina tevaya pirsgitrêkan.

Ragehand jî: Divê pirsên girêdayî bi petrol û dahata wê, herweha pirsa budceyê jî bihên yekalîkirin. Divê rêkkevtina ewlekarîyê hebe daku hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Îraqî de zêde bibe ji bo jinavbirina Daişê li wan deverên valahîya ewlekarîyê têde heye. Divê pirsgirêkên helawîstî yên peywendîdar bi destûrê ve jî, bihên çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x