Daxwaz ji Kanadayê tê kirin dest bi hevkariya Pêşmerge bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatê Kanada de dest bi hevkarî û rahênankirina Pêşmerge bike.

24.06.2019, Pts - 09:20

Daxwaz ji Kanadayê tê kirin dest bi hevkariya Pêşmerge bike
Nuçe Belav bike

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdilrehman ku hefteya bûrî bi serdanekê li Kanadayê bû ji K24ê re got: “Me di hevdîtinekê de spasiya Kanadayê kir û me daxwaz jê kir, dest bi hevkariyên xwe yên bi hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kuridstanê re bike.”

Ragihand jî, “Geşbîn im ku di dahatûyê de Kanada wek hevpeymaniyeke bihêz a Herêma Kurdistanê bimîne.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kuridstanê li Washingtonê amaje bi wê kir, daxwaz ji Kanadayê kir wek endameke NATOyê û Hevpeymaniya Navdewletî, rola xwe di bernameya çaksaziya hêzên Pêşmerge de berdewam be, ji bo yekxistin û pêşxistina hêza Pêşmerge.

Kanada yek ji wan welatan bû, bi destpêkirina şerê Pêşmerge êli dijî DAIŞê de hevkariya Pêşmerge kir, her çend e beşek mezin ji hevkariyan bi riya Bedayê re digihîştin destê Pêşemrge, lê niha wî welatî hevkariyên xwe rawestandiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1094 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:51:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x