Du hezar Pêşmergeyên ereb dest bi perwerdê kirin

Du hezar Pêşmergeyên ereb, ku beşekin ji hêzên wezareta Pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistane, dest bi perwerdeya leşkerî kirin.

19.12.2016, Pts - 08:52

Du hezar Pêşmergeyên ereb dest bi perwerdê kirin
Nuçe Belav bike

Gotûbêjê eşîrên ereb ên li parêzgeha Nînowa Muzahîm Ehmed ji BasNewsê re ragehand, ew lîwaye li ser fermana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo navçeyên Kurdistanê yên li parêzgeha Nînowa hatiye ava kirin, ku xwe hemwelatiyên Kurdistanê dizanin.

Muzahîm Ehmed amaje bi vê yekê jî kir, ku ew lîwaye naha li leşkerîxaneyekî Pêşmerge de dest bi perwerdeya leşkerî kiriye û parastina navçeyên sînorê Rebîe, Zummar û navçeyên nêzîk bajarê Şingalê dê bike û fermanê jî li wezareta Pêşmerge verdigrin.

Piştî dagirkirina rêxistina tund a DAIŞê, hemwelatiyên sînorê deşta Nînowa daxwaz dikin navçeyên wan vegerin ser bi herêma Kurdistanê û di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de daxwaz dikin ser bi Kurdistanê bin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:58:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x