Ebadî: Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona Hewîceyê dibin

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî ragihand ku dê di demeke nêzîk de operasyona Hewîceyê dest pê bike û hêzên Pêşmerge jî beşdarî operasyonê dibin.

10.05.2017, Çar - 05:25

Ebadî: Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona Hewîceyê dibin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Ebadî piştî civîna Encûmena Wezîrên Iraqê, li ser pirsa rojnamevanan a ser operasyona Hewîceyê da xuyakirin ku planên pêwîst ên ji bo rizgarkirina Hewîceyê digel hevpeymanan hatine kirin.

Serokwezîrê Iraqê got: "Di demeke nêzîk de operasyon dê dest pê bike. Hêzên Pêşmerge, leşkerên Iraqê, Polîsê Federal ê Iraqê û Heşda Şeibî dê beşdarî operasyonê bibin."

Ebadî herwiha da zanîn ku dê hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî li ser avakirina deverên rizgarkirî raweste.

Navçeya Hewîce 55 kîlometre li başûrê Kerkûkê ye û ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de ye. Heta niha gelek caran ji ber operasyona Mûsilê operasyona Hewîceyê hatibû paşxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:14:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x