Fermandarê Pêşmerge: Nikarin bikevin Kerkûkê

Berpirsê Eniya 4 û Jora Operasyonên Başûrê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Westa Resûl bi daxuyanîyeke rojnamevanî ku 30yê Hezîranê li dar xist, bersiv da îdiayên ku DAIŞ dê ji ser Hewîceyê êrîşî Kerkûkê bike û bajêr bike bingeha xwe ya duyemîn.

30.06.2017, Cum - 12:58

Fermandarê Pêşmerge:  Nikarin bikevin Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Resûl herwiha nûçeyên firîna helîkopterên leşkerî li ser sînorê Kerkûkê zelal kir ku ew helîkopterên hêzên hevbeş ên Iraqê û koalîsyonê ne ku li armancên DAIŞê dixin.

Fermandarê Pêşmerge li ser êrîşeke DAIŞê ya ji ser Hewîceyê ku hêzeke mezin li wir hatiye civandin jî got, bi dehan caran êrîş kirine û hatine têkbirin û li dema xwe ya herî bihêz de jî nekarîn bikevin Kerkûkê.

Resûl bi navê Hêzên Pêşmerge, ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê re pêşniyar kir ku ji bo kontrolkirina navçeya Hewîceyê komîsyoneke hemahengiyê di navbera herdu aliyan de were avakirin û da xuyakirin, ‘Ne Artêşa Iraqê bêyî pêşmerge, ne jî pêşmerge bêyî Artêşa Iraqê nikarin bi tenê operasyona Hewîce bikin.'

Berpirsê Pêşmerge Resûl, herwiha bangewazî li alîyên siyasî yên Kerkûkê kir ku bersiva propagandayan bidin û ji medya Herêma Kurdistanê jî xwest ku bi baldarî tevbigerin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1753 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:44:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x