Gelo Kongreya Amerîka gefa qutkirina alîkariyên Pêşmerge xwariye?

Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Amerîka ragihand, raporta Lêjneya Serbazî ya Kongreya Amerîka li ser reşnivîsa qanûna alîkarîkirina Amerîka bo Herêma Kurdistanê ti erkekî li ser rêveberiya Amerîka nasepîne.

30.06.2017, Cum - 15:27

Gelo Kongreya Amerîka gefa qutkirina alîkariyên Pêşmerge xwariye?
Nuçe Belav bike

Di heyama çend rojên borî de malpera “Al Monitor” ragihandibû ku Lêjneya Serbazî ya Kongreya Amerîka di raporta xwe de daxwaz ji Kongreya Amerîka kiribû ku bang li rêveberiya Amerîka bike ew alîkariyên ku Amerîka dide Herêma Kurdistanê, bi şertekî tên dayîn ku Herêma Kurdistanê tevlî hikûmeteka yekgirtî ya Iraqê be û di şerê DAIŞê de piştevaniya artêşa Iraqê bike.

Ev raport û daxwaziya Lêjneya Serbazî ya Kongreya Amerîka ji aliyê hinek kesan ve wek “gefa qutkirina alîkariyan” hat şirovekirin.

Li ser vê yekê, nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Waşingtonê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de ku nusxeyek bo BasNewsê jî hatiye şandin, hatiye gotin ku ew raport tiştekî li ser rêveberiya Amerîka nasepîne çimkî hîn di qonaxa reşnivîsê de ye û nebûye qanûn.Jixwe di raportê de jî hatiye gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê azad e beşdarî hikûmeta Iraqê bibe yan na.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li her hewleka Amerîka dike bo bihêzkirina hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê. Mînaka wê jî hevkariya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de ye. Ji aliyekî din, endamên Kongreya Amerîka bi taybet endamên lêjneyên Serbazî û Pêwendiyên Derve, her gav pesnê rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de û camêriya gelê Kurdistanê di hewandina nêzîkî 1.8 milyon koçberên Iraqî û Sûrî de dane.

Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê di dawiyê de behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û ragihandiye, eva mafekî demokratîk yê gelê Kurdistanê ye ku referandomê li ser paşeroja xwe bikin û ew endam û rayedarên Kongreya Amerîka yên ku em bi wan re rûniştine, ti kesî dijîtiya vê yekê nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:07:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x