Hemû alî piştevanîya yekxistina hêza Pêşmerge dikin

Dilşad Şehab, rawêjakarê Serokê Herêma, piştî civîna Nêçîrvan Barzanî - Serokê Herêma Kurdistanê û Partîya Demokrata Kurdistanê, armanc û naveroka civînê aşkera kir.

27.11.2019, Çar - 17:08

Hemû alî piştevanîya yekxistina hêza Pêşmerge dikin
Nuçe Belav bike

Dilşad Şehab di konfiranseke rojanamevanî de ragehand, derbarê danûstandinên Herêm û Bexdayê gotûbêj hatin kirin.

Ragehand jî:Behsa mijara destûrê Îraqê hate kirin, ku di Civata Nûnerên Îraqê de pêngav bo guhertina wê dihên havêjtin û bo vê mebestê jî hewla yekxistin û yekgirtina nûnerên Kurd didin li Îraqê.

Amaje bi wê yekê jî da, ku pêngavên Serokatîya Herêmê bo yekxistina hêzên Pêşmerge bi hevkarîya wezareta Pêşmerge û sazîyên hikumetê destpêkirine û cihê xweşhalîyê ye ku hemû alî piştevanê Serokê Herêmê ne bo evê mebestê.

Aşkera kir jî , di civînê de behsa berdewamîya peywendîyên navbera Serokatîya Herêmê û alîyên sîyasî hat kirin ji bo ku peywendî baştir û bihêztir bin di nav Herêma Kurdistanê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1038 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x