Heşdî Şabî ji nû ve destbi êrişê kir

Hêzên Pêşmege, bersivekî tund da li hemberî êrişên hêzên Iraqê li herêma Sihela ku nêzî Duhokê ye.

26.10.2017, Per - 06:49

Heşdî Şabî ji nû ve destbi êrişê kir
Nuçe Belav bike

Îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanê, li devera Sihêla û li nêzîkî bajarokê Zumarê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.

Li gorî agahiyan, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişên wan didin û heta niha firokeyeke bê mirov, 3 otomobîlên Hammer, 2 tank, panzerek û otomobîleka din ya serbazî teqandine.

Her wiha Fermandeyek Pêşmergeragihand ku, çekdarên Heşda Şeibî îro jî êrişî Pêşmerge kirin lê dîsa jî êrişên wan hat şikandin. Wan dixwastin pêşde bên lê pêşiya wan hat girtin, derbek giran xwarin û çend tank û otomobîlên wan yên serbazî hatin teqandin.

Li gorî daxûyaniya şeva borî ya Encumena Asayîşa Kurdistanê, hatibû gotin ku artêşa Iraq û milîsên Heşdî Şabî amadekariya êriş birina li ser hêzên dikin.

Vî nûçeyê tevayî: 1172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:04:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x