Hêzeke "Pêşmergeyên Roj" derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Roj ragihand, îro Yekşembiyê hejmarek pêşmergeyên Hêza Roj bi hemahengî li gel hêzên Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

17.12.2018, Pts - 06:01

Hêzeke "Pêşmergeyên Roj" derbasî Rojavayê Kurdistanê bû
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê, fermandeyekî Hêzên Pêşmergeyên Roj ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand ku bi îro Yekşembî 16ê kanûna 2018 hêzeke ser bi Pêşmergeyên Roj derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûne.

Li gor daxuaniya wî fermandarê Pêşmergeyên Roj, ew hêza ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, ji 100 pêşmergeyên Hêza Pêşmergeyên Roj pêk tê û tekez kir, ku ew hêz bi serpireştî û hemahengiya hêzên Amerîkayê derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Bi gotina heman fermandarî, ew hêza Pêşmergeyên Roj ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî navçeya Elwelîd a ser bi bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Fermandarê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re diyar kir, ew hêza Pêşmergeyên Roj çûne Rojavayê Kurdistanê, daku li gel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê çend mijaran de gotûbêjan bikin.

Bi gotina heman kesî, wê hêzê bi herdu aliyên PYDê û YPGê re li ser çend babetan gotûbêj kiriye û û piştre vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Hêza Pêşmergeyên Roj, hêzeke leşkerî ya rahênankirî û perwerdekirî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, ku hejmara wan bi hezaran pêşmerge ye û di şerê li dijî DAIŞê de roleke mezin lîstiye. Wê hêzê di berevanîkirina li Başûrê Kurdistanê de û herwiha şerê li dijî DAIŞê de çendîn şehîd û birîndar daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x