Îranê êrîşî pêşmergeyan kir: Şehîd û birîndar hene!

Îranê li paytextê Kurdistanê li Hewlêrê êrîş bire ser baregehên partiyên Kurdistanê yên li navçeya Koyê. Li vê derê Îranê baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Îranê (PDK-Î) û HDKê dane ber topan.

08.09.2018, Cts - 10:21

Îranê êrîşî pêşmergeyan kir: Şehîd û birîndar hene!
Nuçe Belav bike

Artêşa Îranê îro seet li nêzîkî 11:00an bi moşekên Katyusha êrîşî Kampa penaberan ya li Koyê kir. Li kampê malbatên Kurdên Rojhilatî û pêşmerge dimînin.

Li gorî agahiyan, rêvebiriya HDKê û akademiya siyasetê ya PDK-Îyê hatine hedefgirtin.

Di derbarê bûyerê de endamê rêvebiriya PDK-Îyê Kawe Behramî ji çapemeniya Kurdistanê re axivî û got ku 2 pêşmergeyên PDK-Îyê şehîd bûne.

Berdevkê Rêvebiriya Tendurustiyê yê Koyê Hewkar Elî jî got ku di encama êrîşê de 5 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne û 35 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1238 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:27:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x