Îro 56 sale Serok Barzanî Pêşmerge ye!

Îro 20.05.2018ê 56 sale Serok Barzanî Pêşmerge ye, ku di gelek bone û merasîman de ji vê payeyê serbilindiya xwe aniye ziman.

20.05.2018, Paz - 10:58

Îro 56 sale Serok Barzanî Pêşmerge ye!
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî 16.08.1946ê li bajarê Mihabadê di bin sîbera Ala Kurdistanê de ji dayîk bûye.

Piştî serhildana şoreşa Îlonê ya bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî yê nemir ê bavê wî destpê (11.09.1961ê) kir, bi awayek naçarî dest ji xwendinên berda û roja 20.05.1962ê de bû Pêşmergeyê şoreşa Îlonê.

Serok Barzanî ji wê rojê ve di temenê xwe yê 16 saliyê de bû Pêşmerge û heta naha jî xwe wek Pêşmergeyekê pênase dike û Pêşmergetiyê wek cîhê serbilindiya xwe dizane.

Di şoreşên Îlonê û Gulanê de Serok Barzanî wek Pêşmerge û fermandarekê xwedî roleke bi bandor bûye û rêveberiya beşek zêde yê şer û destanan kiriye, ku ya herî diyar destana Xakurkê ye.

Piştî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê bo ser Kurdistanê, Serok Barzanî berdewam li çeperên nêzîk ve rênimayî daye Pêşmerge û beşek piraniya hevpeyvîn û hevdîtinên li gel berpirsên cîhanê jî di wan çeperan de kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:26:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x