Jiber bûyera Çoman'ê Serok Barzanî navbeynkarî kir

hat ragihandin, ku Serokê Herêma Kurdistan'ê Mesûd Barzanî, ji bo kontrolkirina rewşa li Balekayetî ketiye liv û tevgerê û ji bo aramiyê navbeynkarî bike.

26.08.2017, Cts - 08:52

Jiber bûyera Çoman'ê Serok Barzanî navbeynkarî kir
Nuçe Belav bike

Piştî alozî û pevçûna ku şeva din li devera Balekayetî, nîştecihên vê herêmê gefên tolhildanê xwarin. Xelkê Balekayetî ji bo aramkirina rewşê dixwazin kesên gule berdane radestî yasayê werin kirin. Komele jî daxwaz dike ku Yasa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê navbênkar bin.

Berdevkê Polîsên Soranê Raid Hawar Ergoşî ji Rûdaw'ê re ragihand, ku Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mesûd Barzanî û tevahiya dezgehên emnî, di hewlên kontrolkirna rewşa gundê Gundejorê ya qezaya Çomanê de ne.

Ji bo kontrolkirina rewşê, hatiye xwestin ku ew pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêşên Kurdistanê, ku teqe kirine werin girtin û radestî yasayê bên kirin.

Êvara roja derbasbûyî, piştî ku nîqaşeke devkî di navbera çend kesên gundejor û pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê de derket, pêşmergeyan teqe li wan kirin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:58:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x