Konseya Ewlekariya Kurdistan: Hemû herêman vekişin!

Konseya Ewlekarî ya Herêma Kurdistan ji Rêveberiya navendî ya Bexda xwest ku dev ji bûyerên tundî berde û herêmên ku dagirkirine paşve vekişin.

21.10.2017, Cts - 08:51

Konseya Ewlekariya Kurdistan: Hemû herêman vekişin!
Nuçe Belav bike

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku hêzên artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî ya piştgirêdayî bi Îranê îro hewl dan ku ji du aliyan ve êrişî bajarokê Pirdê bikin û xwastin ku derbasî nava bajarokê Qoştepe bibin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku pêşmerge bi lehengî berevaniya Kurdistanê kirine û li gorî raporên destpêkê di dema pevçûnan de 10 hummerên amerîkî, 2 tank û tenkekî Abrams hatine têkbirin.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê dibêje: “Ev çek ji bo şerê dijî DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve dabûne artêşa Iraqê û Heşda Şeibî lê li dijî gelê Kurdistanê hatine bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, ku êrîşa ser Kerkûkê di nava 5 rojan de parêzgehên aram ên Kurdistanê xistiye nava aloziyê, herî kêm 100 hezar kes koçberî Hewlêr û Silêmaniyê bûne. Herwiha Heşda Şeibî zirar û ziyan gihandine mal û milkê bi sedan hemwelatiyênkurd û tirkmenên Kerkûk û Xurmatûyê.

Li gorî daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê 7 grûbên Heşda Şeibî bi piştgiriya Îranê beşdarê van êrîşan bûne, ku navê wan grûban jî wiha ye: Esabî Ehlê Heq, Artêşa Bedir, Ketîba Hizbullah, Fîrqey Ebbas, Lîwaya Elî Ekber, Seraya Xorasanî, Betalyonên Îmam Elî.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar dike: “Bêdengiya civaka navdewletî, Iraq û welatên cîran han daye, ku êrîşê Kurdistanê bikin. Artêşa ji bo berevaniya gel in lê îro ji bo êrîşa ser gelê Kurdistanê hatiye bikaranîn. Êrîşên bi berdewamî yên Iraqê, tirsa me ya rewa ya derbarê paşeroja me ya li vî welatî piştrast dike. Divê niha civaka navdewletî destlêwerde û êrîşên leşkerî yên dijminane yên Iraqê şermezar bike.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku dê pêşmerge gel û berjewendiyên Kurdistanê biparêze û bang li desthiladarên Iraqê tê kirin, ku demildest dest ji tundiyê berde û ji navçeyên dagirkirî vekişe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:14:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x