Kosret Resûl: Ger civaka navnetewî bikeve dewrê

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan Kosret Resûl, ragihand ku gefên Bexdayê me natirsîne û jibo berî pevçûnan bête girtin lazime civaka navnetewî bikeve devrê, got.

13.10.2017, Cum - 07:39

Kosret Resûl: Ger civaka navnetewî bikeve dewrê
Nuçe Belav bike

Resûl axaftina xwe ya ku li gel Rûdawê re pêkaniye got: “Hikûmeta Iraqê gefan dixwe û hêz aniye nêzîkî Kerkûkê. Lê pirsgirêk bi gefxwarinê û bi bikaranîna hêz çareser nabe.”

Her wiha Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl got, ku kurd ji gefên Bexdayê natirsin û daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku ji bo di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de şer dernekeve, civaka navdewletî were ser xetê.

Piştî aloziya li ser sînorê Kerkûkê, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl bi tevê hêzeke mezin ê pêşmerge û bi çekên giran gihişte bajarê Kerkûkê.

Kosret Resûl da xuyakirin, ku ew dixwazin pirsgirêk bi şêweyeke dadperwerane û bi riya guftugoyê werin çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 916 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:47:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x