Li budceya Iraqê de mehane tenê 37 milyar dînar bo Pêşmerge hatiye cuda kirin!

Hikûmeta Iraqê di budceya giştî ya welat a sala 2019ê de, beşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di budceyê de diyar kiriye.

13.10.2018, Cts - 12:24

Li budceya Iraqê de mehane tenê 37 milyar dînar bo Pêşmerge hatiye cuda kirin!
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Iraqê Ehmed Hacî Reşîd di beyanameyekê de ragehand, mehane 37 milyar dînar ji beşa budceyê bo Pêşmerge dê bê dayîn.

Ehmed Hacî Reşîd ragehand, bi giştî di sala 2019ê de 444 milyar dînar ji budceya giştî ya berevaniya Iraqê bo Pêşmerge hatiye cuda kirin.

Dema ku beşa budceya hêzên Pêşmerge, hêz û milîsên Iraqê li berçav tê derbas kirin, xuya dike ku hikûmeta Iraqê beşa herî kêm bo Pêşmerge cuda kiriye.

Beşa budceya Pêşmerge û hêzên Iraqê:

-Pêşmerge; 444 milyar dînar

- Dijî terora Iraqê: 12 hezar karmendin…700 milyar û 91 milyon û 187 hezar dînar.

- Wezareta berevaniyê: 184 hezar karmend….7 trîlyon û 865 milyar û 284 milyon û 700 hezar dînar.

- Milîsên Heşdî Şeibî: 9 trîlyon û 963 milyar û 575 milyon û 170 hezar dînar.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x